Çeteyekî DAIŞˈê li Qamişlo hat girtin

Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) çeteyekî DAIŞˈê li bajarê Qamişloyê girt.

Çeteyekî DAIŞˈê li Qamişlo hat girtin
2 mijdar, 2024   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê mijarê de daxuyaniyek li ser malpera xwe xweşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSDˈê duh (1ˈê Mijdarê) operasyoneke ewlehiyê li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di operasyona bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de hate lidarxistin de çeteyê DAIŞˈê yê bi navê Kerem El Mişewît hat girtin.

Têkildarî çeteyên hatî girtin jî ev agahî hatin parvekirin "Çete Kerem El Mişewit ji bajarê El Bûkemal ê Dêrazorê ye, lîsteya wî bi pêkanîna kiryarên terorî dagirtî ye. Destpêkê cihê xwe di nava refên çeteyên Artêşa Azad (Ceyş El Hur) de girt, piştre tev li nava rêxistina DAIŞ a terorîst bû."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çete Kerem El Mişewit plana pêkanîna kiryarên terorî li dijî herêmê dikir.

(bb)

ANHA