Çeteyan jinek û keça wê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jinek û keça wê revandin.

Çeteyan jinek û keça wê revandin
2 sibat, 2024   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Çileyê de dayikekek û keça wê revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku jina hatiye revandin navê wê Nadiya ye, ji bajarê Dûma yê gundewarên Şamê ye. Çavkaniyan got Nadiye tevî keça xwe ya bi navê Şeza (9) ji Şamê çûne Efrînê û li benda kontrolê ya Kefer Cena ya li ser rêya Efrîn û Ezazê hatine revandin. Her wiha diyar kirin ku çeteyan ji bo serbestberdana dayik û keça wê 10 hezar dolar xwestiye.

31’ê Çileyê çeteyên koma "Sultan Murad" welatiyê bi navê Silêman Berekat Eqîl (36) li taxa Zeydiye ya bajarê Efrînê revandibû û bir cihekî nediyar.

Efrîn ji 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye û sûcên revandin, destdirêjî û talankirina mal û milkan û qirkirina xwezayê lê dewam dikin.

(bb)

ANHA