HRE’yê nasnameyên 5 şehîdên Basilê eşkere kirin

Nasnameyên 5 şervanên HRE’yê yên di çalakiya gundê Basil ê Efrînê (30 Çile 2024) ku 20 leşkerên Tirk ên dagirker û çete hatibûn kuştin de şehîd bibûn, hatin eşkerekirin.

HRE’yê nasnameyên 5 şehîdên Basilê eşkere kirin
HRE’yê nasnameyên 5 şehîdên Basilê eşkere kirin
HRE’yê nasnameyên 5 şehîdên Basilê eşkere kirin
HRE’yê nasnameyên 5 şehîdên Basilê eşkere kirin
HRE’yê nasnameyên 5 şehîdên Basilê eşkere kirin
HRE’yê nasnameyên 5 şehîdên Basilê eşkere kirin
2 sibat, 2024   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku şervanên wan Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr şehîd bûne. 

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku HRE’ê 1’ê Sibata 2024’an bi daxuyaniyekê agahiya çalakiya li Efrînê dabû û wiha hat gotin: “Me eşkere kiribû ku hêzên me 30’ê Çileyê rêzeçalakiyên tolhildanê li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk  a dagirker ên li herêma Efrînê û Ezazê li dar xistine û derbeyên giran li dagirkeran xistine.”

‘RUHÊ ŞOREŞGERIYA DEMÊ NÎŞAN DAN’

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di van çalakiyan de 5 şervanên HRE’yê şehîd bûne û ev agahî hatin parvekirin: “Hevrêyên me Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr bi ruhê fedayî tevlî van çalakiyan bûn û gihîştin asta şehadetê. Me diyar kiribû em ê agahiyên berfireh ên têkildarî nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd bi raya giştî re parve bikin.

Hevrêyên me Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr ên evîndarê gel, xweza û çanda xwe, bi nîşandana helwest û sekna xwe ruhê şoreşgeriya demê û fedayiyane nîşan daye. Ji bo siberojeke azad û vegera gelên me li ser axa xwe bi tempoyeke bilind û bi fedakariyeke mezin têkoşiyan. Her pênc hevalên me jî azadiya gelê xwe kirin armanca xwe ya yekemîn. Heta nefesa xwe ya dawî ji vê sekna xwe tawîz nedan. Erk û berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih anîn. Wê bîranîn û armancên wan bibin bingeha têkoşîna me ya azadiyê.”

SOZA TOLHILDAN Û RIZGARKIRINA EFRÎNÊ

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên 5 şehîdan û tevahî gelê welatparêz hat xwestin û wiha hat gotin: “Em soza ku me daye gel û şehîdên xwe careke din dubare dikin, em ê bi ruhê şoreşgerî yê lehengên mîna her pênc hevrêyên xwe, bajarê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.”

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr şehîd bûne.