Hêzên Ewlekariya Hundirîn ketin beşên 4 û 7`an

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî ku xebatên lêgerînê di beşa 5`an a kampa Holê de bi dawî kirin, gihaştin beşên 4 û 7`an ên kampê.

2 sibat, 2024   13:44
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên lêgerînê di kampa Holê de didomînin. Piştî ku xebatên xwe di beşa 5`an de bi dawî kirin, dest bi xebatên lêgerînê di beşên 4 û 7`an de kir. 

Di beşa 4’an de sûriyeyî û di beşa 7`an de jî iraqî hene.

Di hefteya yekemîn a operasyonê de gelek çek, cebilxane, mayin, bombe hatin desteserkirin û tunel û stargehên şaneyên DAIŞ`ê hatin dîtin. Her wiha şaneyek û gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin.

Hêzên ewlekariyê dema gihaştin beşên 4 û 7`an bi hoparloran bang li niştecihan kir ku berê xwe bidin navendên qeydkirina belgeyan û dûre dest bi xebatên lêgerînê kir.

(şx)

ANHA