Îsraîlê kampeke din a Xezayê bombebaran kir: 51 kes hatin kuştin

Îsraîlê Kampa El Mexazî ya Xezayê bombebaran kir, di encamê de herî kêm 51 kes hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn.

Îsraîlê kampeke din a Xezayê bombebaran kir: 51 kes hatin kuştin
5 mijdar, 2023   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (Wefa), duh êvarê Îsraîlê Kampa El Mexazî ya li navarasa Xezayê bombebaran kiriye. Di encama bombebaranê de 51 kes hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref El Qedra bêyî ku hejmareke zelal bide, anî ziman ku di encama “Komkujiya El Mexazî” de hejmareke mezin a kesan hatine kuştin, gelek kes jî bi girîanî birîndar bûne.

El Qedra da zanîn ku piraniya kuştiyan jin û zarok in.

Kampa El Mexazî li parêzgeha Dêr El Belek a navarasta Xezayê dikeve.

Îsraîlê hefteya borî jî Kampa Cibalya ya li bakurê Xezayê bombebaran kiribû, di encamê de 195 kes hatibûn kuştin, 777 birîndar bibûn, 120 kes jî winda bibûn.

(c)