Bi obîsan malên gundiyan li Minbicê tê tobparankirin

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarokê Farat ê rojavayê kantona Minbicê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zirareke mezin bi maleke gundiyan bûn.

Bi obîsan malên gundiyan li Minbicê tê tobparankirin
19 mijdar, 2024   00:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, beriya çend kêliyan dewleta Tirk a dagirker bi guleyên obîsan bajarokê Farat ê rojavayê Minbicê topbaran kir.

Navendê diyar kir ku piştî gundê Ereb Hesen ê li bakurê rojhilatê kantona Minbicê hat hedefgirtin, Farat hat topbarankirin.

Di encama tobparana li dijî bajarokê Farat de maleke gundiyan zirareke mezin dît, lê tu agahiyên li ser windahiyan bi dest neketin.

(fr)

ANHA