‛Rêgeza bingehîn a avakirina siberoja hevbeş diyalog e’

Rêxistina PYD’ê ya kantona Reqayê di paneleke diyalogê de got rêgeza bingehîn a avakirina siberoja hevbeş diyalog e.

‛Rêgeza bingehîn a avakirina siberoja hevbeş diyalog e’
‛Rêgeza bingehîn a avakirina siberoja hevbeş diyalog e’
‛Rêgeza bingehîn a avakirina siberoja hevbeş diyalog e’
‛Rêgeza bingehîn a avakirina siberoja hevbeş diyalog e’
‛Rêgeza bingehîn a avakirina siberoja hevbeş diyalog e’
‛Rêgeza bingehîn a avakirina siberoja hevbeş diyalog e’
‛Rêgeza bingehîn a avakirina siberoja hevbeş diyalog e’
22 sibat, 2025   16:29
REQA

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Desteya Çandê ya kantona Reqayê bi sernavê "Digel pêşdeçûnên siyasî, Sûriyê ber bi ku ve ye?, li hola navenda çandê ya bajêr, paneleke diyalogê li dar xist.

Di çarçoveya nîqaşkirina rewşa siyasî û dîtina çareseriyan j ibo pêşeroja Sûriyeyê de ev panel hat organîzekirin. Panel bi beşdariya rewşenbîr, siyasetmedar, şêxên eşîran, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdar bûn.

Axaftina destpêkê ya panelê, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Sîhanok Dîbo kir û got: "Gelên herêmê heta roja îro gelek zirar û windahî dan, pêdiviya me niha ji her demê girîngtir bi diyalogê heye ku Sûriyeyek nû ya demokratîk ava bikin."

Dîbo wiha domand: "Mijara hilweşîna rejîma Baas’ê misogerî bû, ji lew re Rêveberiya Xweser du cara pêşniyar kir û got, rêya yekane ya çareseriyê dozên Sûriyeyê werin çareserkirin û cara duyemîn jî Rêveberiya Xweser xwe weke modela çareseriya pêşniyar kir."

Dûre beşdaran nîqaşên xwe der barê mijarê de kirin. Ji wan nîqaşan siberoja pêvajoya siyasî, rola hêzên xwecihî û navneteweyî di nexşekirina nîşaneyên qonaxa bê de, rêbazên pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê yên ber bi azadî, demokrasî û edaleta civakî ve û berxwedana herêma rojhilatê Firatê li hember dagirkeriya Tirk.

Her wiha beşdaran anî ziman ku rêgeza bingehîn a avakirina siberoja hevbeş diyalog e.

(fr)

ANHA