CENTCOMˊê veguhestina çeteyan ya ji bo Iraqê bi dawî kir

CENTCOMˊê ragihand ku veguhestina çeteyên DAIŞ’ê ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo Iraqê bi dawî aniye. Hate ragihandin ku veguhestina çeteyan 23 rojan dom kiriye û nêzîkî 6 hezar çete hatine veguhestin.

CENTCOMˊê veguhestina çeteyan ya ji bo Iraqê bi dawî kir
13 sibat, 2026   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navenda Amarîkayê (CENTCOM) têkoldarî bidawîanîna veguhestina çeteyan a ji Sûriyeyê ya ji bo Iraqê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê veguhestina çeteyan 23 rojan dewam kiriye, zêdetirî 5 hezar û 700 çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê ji bo Iraqê hatine veguhestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye Wezareta Dadê ya Iraqê ragihandibû ku çeteyên DAIŞ’ê yên ji Sûriyeyê ji bo Iraqê hatine veguhestin ji wan 270 Iraqî ne, 3 hezar zêdetir Sûriye û yên din jî hemû biyanî ne.