Li Reqayê operasyona dijî torên madeyên hişbir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê operasyoneke ewlehiyê ya berfireh li dijî madeyên hişbirê  da destpêkirin.

Li Reqayê operasyona dijî torên madeyên hişbir
Li Reqayê operasyona dijî torên madeyên hişbir
Li Reqayê operasyona dijî torên madeyên hişbir
Li Reqayê operasyona dijî torên madeyên hişbir
Li Reqayê operasyona dijî torên madeyên hişbir
27 cotmeh 2023   02:07
REQA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di saetên derengiya şevê de operasyoneke ewlehiyê ya berfireh li Reqayê da destpêkirin. Li gorî agahiyan, operasyon di çarçoveya têkoşîna li dijî madeyên hişbirê de ye.

Bi dehan endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê beşdar in. Karwanê operasyonê ji gelek alavan pêk tê, bi alên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê ji pêşiya avahiya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Reqayê bi rê ket.

Hin fermandarên beşdarî operasyonê bûne destnîşan kirin ku ew ê bi ser zêdetirî 50 noqteyan de bigirin ku berê şopandinbûn. Her wiha diyar kir ku ji lêkolîn û lêgerînê piştrast bû ku li wan noqteyan bazirganiya madeyên hişbirê tê kirin û li hin deveran tên belavkirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku wê îro piştî bidawîkirina operasyonê,  dê dateyên wê werin parvekirin.

(şx)

ANHA