Komên çekdar ên hikumeta veguhêz Şêxmeqsûd û Eşrefiyê topbaran kirin

Komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê topbaran kirin. Tu agahiyên dîtir nehatin zanîn.

Komên çekdar ên hikumeta veguhêz Şêxmeqsûd û Eşrefiyê topbaran kirin
27 kanûn, 2025   00:29
HELEB

Nûçegihanê me ji bajarê Helebê da zanîn ku komên çekdar ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê topbaran kirin.

Nûçegihan da zanîn ku herî kêm 3 top li deverên cuda yên herdu taxan ketin. Her wiha diyar kir ku komên çekdar ji welatiyên li taxa Celaa ya başûrê taxa Şêxmeqsûd xwest ku ji malan derkevin da ku xalên xwe yên leşkerî li herêmê bi cih bike.

Berî topbaranê rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya Şîhan hat hedefgirtin û komên çekdar ên hikumeta veguhêz jî tank û wesayîtên xwe anîn derdora herdu taxan.

(m)