Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb îdiayên medyayên hikumetê derewandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê îdiayên hin medyayên girêdayî hikumeta veguhêz ên hedefgirtina "Ebû Bekir El Dêrî" derewandin û diyar kir ku "Tu rastî yan jî bûyerek îsbatkirî ya vê îdiayê nîn in."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb îdiayên medyayên hikumetê derewandin
28 kanûn, 2025   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bi daxuyaniyekê îdiayên hin medyayên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên hedefgirtina "Ebû Bekir El Dêrî" derewandin.

Di daxuyaniya hêzan de hat gotin ku "Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê radigihînin ku agahiyên hin medyayên hikumet ên hedefgirtina ˋEbû Bekir El Dêrîˊ ji hêla hêzên me ve derew in. Em diyar dikin ku tu rastî yan jî bûyerek îsbatkirî ya vê îdiayê nîn in.

Em pabendî agirbestê û peymanên bi tevahî aliyên eleqedar re hatine îmzekirin in. Em diyar dikin ku em li gorî berjewendiya ewlehî û aramiya herêmê, li gorî rêkeftinê, dixebitin.

Hêzên me, di çarçoveya rêzgirtina mafên mirovan û parastina pergalê û ji bo misoeriya ewlehî, aştiya giştî û parastina sivîlan de xebatên xwe didomîne.

Em bang li medyayên dîjîtal tevahî dikin ku di veguhastina agahî û nûçeyan de hişyar û baldar bin, ji propogandakirina nûçeyên bêbelge ku bandorê li rewşa giştî dikin bi dûr bikevin."

(fr)