‘Çavê me li vegera li Efrînê ye’

Mihemed Ebdo ku 3 caran koçber bûye, daxwaza wî vegera li Efrînê ye û got "Ez 60 salî me, daxwaza min ew e vegerim Efrînê.”

‘Çavê me li vegera li Efrînê ye’
‘Çavê me li vegera li Efrînê ye’
‘Çavê me li vegera li Efrînê ye’
‘Çavê me li vegera li Efrînê ye’
‘Çavê me li vegera li Efrînê ye’
‘Çavê me li vegera li Efrînê ye’
24 adar, 2026   04:05
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Koçberê bi navê Mihemed Ebdo (60) ji navçeya Şera ya Efrînê ye ku heta niha 3 caran koçber bûye.

Mihemed Ebdo li Efrînê debara xwe bi çandiniya zeytûnan dikir, lê piştî koçberiya sala 2018’ an mal û milkên wî jî ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve hatine talankirin.

Ebdo dema ji Efrînê koçber dibe, bi traktorê derdikeve û bi rê de bi wî re mazot namîne û gelek zehmetiyan dikişîn. Ebdo got: "Me gelek zehmetî kişandin, lê zehmetiya herî biêş dûrketina ji Efrînê bû. Bi rê de rê de ji ber sermayê gelek kes mirin.”

Ebdo jî berê xwe dide bajarê Til Rifet ê Şehbayê û di nava dorpêç û êrişan de dijî. Li wir gelek zehmetiyan dikişînin lê tenê ji bo vegera li Efrînê li ber xwe didin.

Rêwîtiya duyem a Mihemed a koçberiyê ji Şehbayê bû ku di 2’yê Kanûna 2024`an de berê xwe da Reqayê. Her wiha piştî salekê di 19`Çileya 2026`an de ji ber êrişên hikumeta demkî careke din koçberî herêma Cizîrê bûn.

Di çarçoveya pêkanîna peyama 29`ê Çileyê ya di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de, koma yekemîn a koçberan di 9`ê Adarê de ji Hesekê bi rê ket û 10`ê Adarê gihaşt Efrînê. Di koma yekemîn de 400 malbatên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê bi ewle gihaştin warê xwe.

Koçberên Efrînê yên ku li Cizîrê mane jî dixwazin mîna koma destpêkê vegerin cih û warê xwe. Mihemed di dawiyê axaftina xwe got: "Ez dixwazim vegerim mala xwe. Ez niha 60 salî me, Efrîn her roj, her kêlî di xewn û xeyalên min de ye. Xweşikbûna Efrînê her li ber çavên min e."

ANHA