Trump: Em bi berpirsekî payebilind ê Îranê re danûstandinan dikin

Serokê Amerîkayê ragihand ku welatê wî bi berpirsekî payebilind ê Îranî re danûstandinan dike, pêşketin di gelek xalan de pêk hatiye. Wezareta Derve ya Îranê jî diyar kir ku wan ji welatên dost peyamên der barê daxwaza Amerîkayê ya ji bo danûstandinan wergirtiye.

Trump: Em bi berpirsekî payebilind ê Îranê re danûstandinan dikin
23 adar, 2026   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku nûnerên wî bi kesayetekî navdar ê Îranî re di têkiliyê de ne, lê Trump bi hincetên metirsiyên ewlehiyê navê wî aşkera nekir. Lê belê da zanîn ku li ser mijarên sereke, di nav de kêmkirina aloziyê û gengaza bidawîanîna şer lihevkirinek heye.

Trump anî ziman ku wî ferman da ku her êrişek li dijî tesîsên enerjiyê yên Îranê ji bo 5 rojan were paşxistin da ku danûstandin berdewam bikin. Trump destnîşan kir ku dibe ku di demek nêzîk de hevdîtinên rasterast çêbin.

Li beramber wê jî, Tehranê red kir ku her danûstandinek rasterast pêk bîne, daxuyaniyên Amerîkayê wekî hewldanek ji bo aramkirina bazarên enerjiyê ne. Lê çavkaniyan teqez kir ku navbeynkarên herêmî wekî Misr, Tirkiye û Pakistanê peyamên her du aliyan gihandine hev.

Di vê çarçoveyê de, piştî demeke kurt ji ragihandina Trump a lidarxistina danûstandinan, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf da zanîn ku tu danûstandin bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re nayên kirin.

Qalîbaf li ser platforma Xˊê nivîsand: "Tu danûstandin bi DYAˊyê re nehatine kirin. Nûçeyên derew têne bikaranîn da ku bazarên darayî û petrolê manîpule(tehrîf) bikin, DYA û Îsraîl ji çirava ku ew tê de asê mane derxin."

Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku wê "peyamên ji welatên dost" der barê daxwaza Amerîkayê ya ji bo danûstandinan de wergirtiye û ji dema ku şer ji 3 hefteyan zêdetir dest pê kiriye ve wan tu danûstandinek nekirine.

Ajansa nûçeyan a fermî ya IRNAˊyê ku agahiyên xwe dispêre berdevkê Wezareta Derve Îsmaîl Beqaî got, "Di çend rojên borî de, me ji welatên dost peyamên der barê daxwaza Amerîkayê ya ji bo danûstandinan a bi armanca bidawîanîna şer wergirtine."

Beqaî diyar kir ku "di 24 rojên borî yên şer de tu danûstandin an nîqaş bi DYAˊyê re çênebûne."

(fr)