Nasnameya şehîdê êrişa Qereçoxê aşkera bû

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê nasnameya sivîlê ku di êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarê Dêrikê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûbû de, aşkera kir.

Nasnameya şehîdê êrişa Qereçoxê aşkera bû
11 ÇILE, 2025   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê bi daxuyaniyekê nasnameya sivîlê ku duh di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li dijî gundê Qereçoxê yê gundewarê Dêrikê şehîd bûbû, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî li dijî van sûcan de hatin şermezarkirin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama êrişa duh a balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî çiyayê Qereçoxê de sivîlê bi navê Ehmed Elî yê ji bajarê Serêkaniyê ku tevî malbata xwe koçî bajarê Dêrikê bûbû, şehîd bû.

Di dawiyê de bang li gelên cîhanê yên hezkiriyê azadî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku zexteke navneteweyî bikin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bi dawî bibin.

(fr)

ANHA