Çapemeniya Şamê îdiayên ˈÎsraîlê derbasî Sûriyeyê bûyeˈ derewand

Rojnameyeke ser bi hikumeta Şamê ve îdiayên ˈÎsraîl derbasî Sûriyeyê bûyeˈ derewandin

Çapemeniya Şamê îdiayên ˈÎsraîlê derbasî Sûriyeyê bûyeˈ derewand
13 cotmeh, 2024   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku îdiayên ˈÎsraîlê amadekariyên vekirina eniyeke nû li Colanê dikeˈ ne rast in.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên ji Quneytîrayê werigirtine "Îdiayên ku dibêjin Îsraîlê çend metre ketiye devera Kodane, her wiha agahiyên li ser tevgerên Îsraîlê yên li herêmê û vekişîna hêzên Rûsyayê ne rast in."

Çend roj berê hin dezgehên çapemeniyê behsa tevgerên leşkerî yên Îsraîlê li Colanê kiribû ku ji sala 1967`an de di bin dagirkeriya wê de ye, kiribû.

Çavkaniyên Sûriyeyî jî gotibûn tankerên Îsraîlê tevî maşîneyan rêyeke leşkerî ya axî li herêma Colanê vedike.

(bb)