192 kesên din ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

192 kesên din ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hejmara kesên ku ji ber şerê li Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 19 hezar û 324.

192 kesên din ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13 cotmeh, 2024   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kar û barên kesên ji Lubnanê tê ragihand ku îro 192 kesên din ji Lubnanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Li gorî maseyê, hejmara kesên ji ber şerê Îsraîl û Hizbullahê Lubnanê hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 19 hezar û 324. Ji vê hejmarê 69 Lubnanê û 19 cenaze jî hene.

 Kesên ji Lubnanê tên, an li malên xwe  yan jî li gel xizmên xwe bi cih dibin. Kesên mal û xizmên wan li herêmê tune bin jî Rêveberiya Xweser cih wan ji wan re peyda dike.

(bb)