Muqawema Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir

Muqawema Îslamî ya li Iraqê ragihand ku bi armanca piştevaniya ji gelê Filistîn û Lubnanê re, bi  balafirên bê mirov êrişî 2 deverên di bin kontrola Îsraîlê de kirin.

Muqawema Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
13 cotmeh, 2024   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma çekdarên Berxwedana Îslamî (Muqawema Îslamî) ya li Iraqê ragihand ku di çarçoveya piştevaniya ji bo gelê Filistîn û Lubnanê de, danê sibehê bi rêya balafirên bê mirov ên bi çek êrişî navçeya Colanê ya dibin kontrola Îsraîlê de kirin.

Muqawema Îslamî diyar kir ku wê bajarê Îlatê yê li beramberî kendava Eqebe ya Deryaya Sor jî bi balafirên bê mirov ên bi çek bombebaran kir.

Hate diyarkirin ku êrişa wan li hedefê ketiye, lê ziyanên madî û canî diyar nebûn.