‘Xwendina Azadiyê’ eleqeyek mezin dibîne

Li 24 navendên Bakurê Kurdistanê, bi tevlêbûna sedan kesan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de çalakiyên “Xwendina Azadiyê” hatin lidarxistin û fikrên Rêber Ocalan hatin nirxandin. Li Bakurê Kurdistanê “Xwendina Azadiyê eleqeyek mezin dibîne.

24 tebax 2024   21:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngava ku dostên Kurdan bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”de, di 10’ê cotmeha 2023’an de li 74 navendan dabû destpêkirin, li sedan navendên cîhanê berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de bi sedan daxuyanî hatin dayîn. Bi sedan panel û civîn hatin lidarxistin. Bi milyonan îmze hatin komkirin û ji Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, CPT û saziyên mafên mirovan re hatin şandin. Li Ewropa û Bakurê Kurdistanê meşên dirêj hatin lidarxistin. Mîtîngên mezin hatin lidarxistin. Pêngav niha bi “Xwendina Azadiyê” yên ku ji gotar û analîzên Rêber Abdullah Ocalan pêk tê didome. 

Li 24 navendên Bakurê Kurdistanê ji pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan gotarên cuda hatin xwendin. Bi sedan kes beşdarî xwendinan bûn û li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan nirxandin kirin. Di çarçoveya “Xwendina Azadiyê” de li navçeyê Kopê û navenda Mûşê, navçeyên Nisêbîn, Kerboran, Qoser, Dêrik ên Mêrdînê, navçeyên Artemêt, Suphan, Artemêt, Tûşba, Rêya Armûşê yên Wanê û navenda Wanê, navçeyên Hezex, Deşta Darê, li navenda Semsûrê, li navçeyên Peyasê ya Amedê, li navenda  Êlihê, navçeya Xolxolê ya Çewlîkê li park û salonê mezin bi sedan kes li hev kom bûn û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.

Girseya ku tev li xwendinan bûn, li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi saetan niqaş kirin. Xwendin her şevê li taxên cuda û navçeyên cuda didome.