Di salvegera komkujiya Şengalê de bangên ji bo edalet û parastina Êzidiyan

Saziyên sivîl û olî û rêxistinên li bajarên Amûdê, Qamişlo û Girkê Legê îro bi daxuyaniyan qurbaniyên komkujiya Şengalê bi bîr anîn.

3 tebax, 2026   12:41
NAVEND NÛÇEYAN

Di salvegera 12`emîn a komkujiyê de di 3`yê Tebaxa 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li dijî Êzidiyan li Şengalê pêk hatiye, li bajarên Amûdê, Qamişlo û Girkê Legê yên herêma Cizîrê çalakî hatin lidarxistin.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê, Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê û Mala Êzidiyan li ber navenda Mala Êzidiyan a li gundê Qizlacoxê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Mala Êzidiyan Arîn Rustem ve bi zimanê kurdî û hevseroka Mala Êzidiyan Leyla Îbrahîm ve bi zimanê erebî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê êzidî, tevî qirkirin û komkujiyên berdewam ên ku di tevahiya dîroka xwe de jî nasname, ax û îradeya xwe parastine.

Her wiha hate diyarkirin ku trajediya Şengalê divê ne tenê bîranînek salane be, lê berpirsyariyeke berdewam be heya ku edalet pêk were, çarenûsa windayan were aşkerakirin û pêşî li dubarebûna sûcên wiha were girtin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo, Koordînasyona Kongreya Star li ber parka giştî ya bajêr daxuyaniyek da.  Daxuyanî ji hêla berdevka kongrê Rîhan Temo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku komkujiya li Şengalê li dijî Êzidiyan hatiye kirin, yek ji sûcên herî tarî yên dîroka mirovahiyê ye ku di encamê de bi hezaran kes hatine kuştin, bi deh hezaran kes hatine koçberkirin û jin û zarok hatine kolekirin û revandin.

Di daxuyaniyê de her wiha hişyarî li ser gefên berdewam ên li hember Şengalê hat dayîn û hat diyarkirin ku her çareseriyek ku îradeya civaka Êzidî û saziyên wê yên demokratîk paşguh dike, xetera dubarebûna trajediyê zêde dike.

Kongra Strar ji hikumeta Iraqê û civaka navneteweyî xwest ku bi fermî komkujiyê nas bikin û rêzê li mafê Êzidiyan bigirin.

Di daxuyaniyê de bang li saziyên olî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li dijî tundrawî û terorîzmê bisekinin, ji bo ku sûcdarên sûcên li Şengalê li ber dadgehên navneteweyî hesab bidin.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê însiyatîfa gel a bajêr li ber avahiya meclisa bajêr daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla rêveberekî Partiya Yekitiya Demokratîk Îdrîs Mela Şerîf, bi amadebûna nûnerên saziyan û şêniyên herêmî ve hate xwendin.

Daxuyaniyê berxwedana ku Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo rizgarkirina sivîlan nîşan daye, silav kir.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku komkujiya Şengalê wek sûcê jenosîdê û sûcê li dijî mirovahiyê nas bike û ji bo azadkirina kesên ku hîn jî di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl in, bixebite.

KOBANE

Xelkê bajarê Kobanê li dijî komkujiya Şengalê daxuyanî dan, daxuyanî li pêşiya qada jina azad ya bajarê Kobanê hat dayîn û ji aliyê Endama Kongira Star ya bajêr Cûrî Temî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku DAIŞ’ê ev êriş ne tenê wek dagirkeriyeke leşkerî, lê wek siyaseteke jenosîdê ya bi pergalî bi armanca tunekirina civaka Êzidî ya kurd pêk anî.

Her wiha hat gotin ku "parastina Şengalê û parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava, parastina rûmeta mirovahiyê ye. Heya rizgarkirina jinên civaka Êzîdî yên di destê tarîtiyê de".

(k)

ANHA