Cure, xeterî û rêbazên xweparastina ji narkotîkê

Yekitiya Rewşenbîran û Yekitiya Mamosteyan a kantona Cizîrê der barê narkotîkê û zirarên wê li ser civakê semînerek li dar xist.

Cure, xeterî û rêbazên xweparastina ji narkotîkê
Cure, xeterî û rêbazên xweparastina ji narkotîkê
Cure, xeterî û rêbazên xweparastina ji narkotîkê
Cure, xeterî û rêbazên xweparastina ji narkotîkê
Cure, xeterî û rêbazên xweparastina ji narkotîkê
Cure, xeterî û rêbazên xweparastina ji narkotîkê
23 cotmeh, 2024   16:07
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê û Yekitiya Mamosteyan ji bo ku civakê der barê zirarên narkoîtkê de agahdar bikin, semînerek li avahiya Peymangeha Amadekirina Mamosteyên Werzîş û Mûzîkê li bajarê Qamişlo, li dar xistin. 

Bi dehan xwendekarên peymagehê, endamên Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê tev li semînerê bûn.

Serokê Yekitiya Dermanfiroşan Dr.Kamîran Mecdel El Bêk û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Têkoşîna li dijî narkotîkê) Ehmed Zubeyr semîner bi rêve bir.

Di semînerê de narkotîk, cure û sedemên ji ber wê mirov narkotîkê bi kar tîne, zirarên wê yên civakî, tenduristî û aborî û rêbazên xweparastinê hatin şîrovekirin.

Di semînerê de hate destnîşankirin ku çavdêriya malbatê gelek girîng e.

  (şx)

ANHA