Çalakiya konvedanê ya ji bo zimanê kurdî li Dêrikê didome

Şênî û xwendekarên bajarê Dêrikê ji bo redkirina tenê dayîna 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê, çalakiya xwe ya konvedanê di roja çaremîn de didomînin. Çalakvanan dan zanîn ku parastina mafê wan bi naskirina destûrî û perwerdeya bi zimanê kurdî pêk tê.

Çalakiya konvedanê ya ji bo zimanê kurdî li Dêrikê didome
Çalakiya konvedanê ya ji bo zimanê kurdî li Dêrikê didome
Çalakiya konvedanê ya ji bo zimanê kurdî li Dêrikê didome
13 îlon, 2026   13:27
QAMIŞLO

Çalakiya şêniyên bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê ya ku ji 10`ê Îlonê ve bi mebesta daxwaza naskirineke fermî û destûrî ya zimanê kurdî, perewrdeya bi zimanê dayîkê di bin konê ku ji hêla Înîsiyatîfa Gel a bajêr hatibû vedan dest pê kiribû, di roja xwe ya çaremîn de didome.

Konê çalakiyê li pêşiya dibistana Yûsif El Ezma ya li bajarê Dêrikê hatiye vedan.

Îro şênî û xwendekarên gundewarên herêma Beravê ya girêdayî Dêrikê berê xwe dane konê çalakiyê, di bin kon de şêniyan helwesta xwe ya li hemberî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî tenê dayîna 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de nîşan dan.

Şênî daxwaza sererastkirina biryarê kirin, bang kirin ku materaylên perwerdeyê bi zimanê kurdî jî werin dayîn û zimanê kurdî di destûrê de were naskirin.

Çalakvan çalakiya xwe ya protestokirinê berdewam dikin, destnîşan dikin ku ew ê heta naskirina zimanê kurdî têkoşîna xwe ya ji bo zimanê xwe yê dayîkê bidomînin.

(sb)

ANHA