Parêzgerê Hesekê û hejmarek parlamanter rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir

Parêzgerê Hesekê û hejmarek endamên Parlamantoya Sûriyeyê rewşa xizmetguzarî ya li parêzgehê, astengiyên ku rastî şêniyan tên û başkirina rewşa xizmetguzarî nîqaş kir.

Parêzgerê Hesekê û hejmarek parlamanter rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir
Parêzgerê Hesekê û hejmarek parlamanter rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir
Parêzgerê Hesekê û hejmarek parlamanter rewşa xizmetguzariyê nîqaş kir
5 tebax, 2026   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed hejmarek nûnerîn Parêzgeha Hesekê yên Endamên Parlamana Sûriyeyê (Meclisa Gel a Sûriyeyê) li avahiya Parêzgehê pêşwazî kir. 

Di hevdîtinê de dosyayên xizmetguzarî yên têkildarî jiyana şêniyan, astengî û zehmetiyên ku rastî şêniyan tên, awayî çareserkirina sedemên derketina van astengiyan, başkirina rewşa xizmetguzariyê û dabînkirina pêdiviyên şêniyan hatin nîqaşkirin.

(sb)