Bombebarana li dijî hev a Îsraîl û Hizbullahê dewam dike

Hizbullah ragihand ku wê kombûneke hêzên Îsraîlê li başûrê Lubnanê kiriye armanc. Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku 30 top ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin.

Bombebarana li dijî hev a Îsraîl û Hizbullahê dewam dike
18 mijdar, 2024   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullahê daxuyand ku wê kombûneke hêzên Îsraîlê li başûrê bajarokê Xeyam ê başûrê Lubnanê bi moşekan kiriye hedef.

Hizbullahê ev agahî dan: “Mucahidên Muqaweme Îslamî saet derdora 02.00ˈyan kombûneke hêzên artêşa Îsraîlê ya dijmin li başûrê bajarokê Xeyam bi moşekan topbaran kir."

Hizbullahê di daxuyaniyeke berê de jî diyar kiribû ku wê şeva borî kombûneke din a leşkerên Îsraîlê li devera Kiryat Şemûna ya Îsraîlê kiriye hedef.

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku 30 top ji Lubnanê ber bi bakur ve hatin avêtin û hinek jê li herêmeke vala hatin xistin.

(bb)