Sersaxî ji malbata şehîd Ronahî Amanos re hat xwestin

Şeniyên kantona Efrîn-Şehbayê sersaxî da malbata rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şehîd Ronahî Amanos.

18 mijdar, 2024   15:28
ŞEHBA

Ji bo rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Ronahî Amanos ku 15ˈê Mijdarê di encama krîza dil de li Qamişloyê şehîd bûbû, sersaxî hat xwestin.

Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê, endamên deste, meclis, saziyên sivîl û leşkerî herikîn bin konê sersaxiyê ku li bajarokê Ehrasê hatiye vedan.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de li qeyda deng a şehîd Ronahî hat guhdarkirin. Piştre jî bi navê meclisa bajarokê Fafînê Zeyneb Ehmed Hemdo axivî û got: "Em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Şehîd Ronahî ji bo gelê xwe sembola serfiraziyê ye.”

Bi navê meclis û saziyên li Kampa Berxwedan Fadil Xelîl jî got: "Em di pêvajoyeke girîng û hestiyar re derbas dibin. Keç û xortên me amade ne bi hemû hêza xwe gel û axa xwe biparêzin.”

Fadil Xelîl îşaret pê kir ku jin armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker in û wiha domand: "Me di meşa xwe ya demdirêj de gelek şehîd dan. Bi saya felsefeya Rêber Apo dê meşa ciwanên şoreşger bi dilsozî û wefadarî dewam bike.”

(bb)

ANHA