Aldar Xelîl: Rewşa girtî ya Rêber Apo nîşaneya domandina komployê ye

Endamê Desteya Seroketiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku, Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkan gavên dîrokî avêtine, PKK’ê jî pêk anîne, lê dewleta Tirk hîn gav ne avêtine. Xelîl anî ziman ku komplo jî hîn didome û nîşaneya wê jî rewşa girtî ya Rêber Apo ye.  

Aldar Xelîl: Rewşa girtî ya Rêber Apo nîşaneya domandina komployê ye
9 cotmeh, 2025   06:15
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO- HENAR ÎBRAHİM

Endamê Desteya Seroketiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Aldar Xelîl, bi minasebeta salvegera komploya navnetewî ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin, derbarê tecrîda ku li Îmraliyê hîn didome û mafê hêviyê de ji ajansa me re axivî.

Aldar Xelîl diyar kir ku li herêmê guhertinên mezin çêdibin, lewma her hêzek neçare li gorî van geşedanan nêzîkahiyekê nîşan bide û got ku di nava Tirkiyeyê de jî  hinek kesên weke Devlet Bahçelî viya dibînin, ketine nava hewldanan. Xelîl bal kişand ser geşedanên li Îsraîlê, Lubnan, Sûriye, Yemen, Iraq û Îranê û anî ziman ku dê ev rewş bandorê li Tirkiyeyê jî bike, lewma eger Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke, wê sedsala pêş bi aloziyek mezintir bijî.

Aldar Xelîl da zanîn ku Tirkiye di nava van aloziyên herêmê û pirsgirêkên xwe de hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk aniye, lê hesabên teng tên kirin û wiha dom kir: “Hinek rayedarên Tirkiyeyê guhertina hevsengiyan xistiye rojeva xwe. Xuyaye hnek dixwazin bi taktîkî û siyasta demkî bidin meşandin. Hesaba hilbijartin û domandina desthilatdariya xwe dikin. Lê nêzîkatiya li hemberî seroketiyê di çarçoveya keseyetî de bigirin dest, wê pir teng be. Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka Kurd e. Gelo wê li gorî hevsengiyên nû berê xwe bidin çareseriyê?”

'NÊZÎKAHÎ LI GORÎ CIDIYETÊ NÎN IN’

Aldar Xelîl, anî ziman ku nêzîkatiyên taktîkî, demkî, rojane û teng ên li hemberî Rêber Abdullah Ocalan, wê ji bo Tirkiyeyê xirabî be û wiha dom kir: "Heger dildarên welatê xwe ne, divê Serok Apo guhdar bikin. Paradîgmaya Rêber Apo  hem pirsgirêka Kurd çareser dike, hem jî rê dike ku Tirkiye li gorî hevsengiyên nû xwe ava bike. Her wiha ji bo qeyran û aloziyên li Rojhilata Navîn çareserî ye. Ev derfetek ji bo Tirkiyeyê ye, lê mixabin em dibînin nêzîkatiyên hin sazî û rayedarên Tirkiyeyê ne li gorî wê cidiyetê ne. Çawa çêdibe ku tu dixwazî qedera xwe ya sedsala pêşiya xwe diyar bikî, lê xwediyê projeyê li girtigehê be û nikaribe bi rehetî danustendinan bike. Çawa çêdibe ku dibêje dê pirsgirêka Kurd çareser bikin, lê gavên divê bên avêtin navêje. Behsa çareseriya pirsgirêka Tirkiyeyê dike, lê Serokê tevgera şoreşger, serokê gel di girtigehê de ye?"

'TIRKIYE  XWE DIXAPÎNE’

Endamê Desteya Seroketiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl, bal kişand ku hîn jî şertên Rêber Abdullah Ocalan nehatine sererastkirin, komisyona li parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, hîn jî bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin çênekiriye û wiha dom kir:  “Komîsyon qaşo ji bo ku pirsgirêkê guftogo bike û çareseriyê pêş bixe hatiye avakirin. Divê destpêkê li xwediyê projeyê guhdar bike. lê hîn hevdîtin çênebûne. Diviya bû ku Seroketî bi rengekî azad û rehet karîbûya bi her kesî re bide û bistîne. Divê hinek zagon bên guhertin û bingeh bê amedekirin, ev jî pêk nehatiye. Wê demê Tirkiye xwe dixapînê. Li gorî hevserngiyên nû Tirkiyê nikar li ser lingan bisekin e. Divê bi rengeke cidî nêzîk bibe û azadiya fizîkî ya Serok Apo pêk were."

'PKK'Ê GAVEKE DÎROKÎ LÊ ALIYÊ DIN GAV NE AVÊT’

Aldar Xelîl, diyar kir ku PKK’ê di vê pêvajoyê de gaveke dîrokî avêtiye, lê aliyê dewletê hîn tu gav neavêtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PKK’ê bi têkoşîna xwe ya borî baweriyek mezin daye gel. Lewma gel bi vê gava dawî jî bawer dike, wate dide. PKK’ê ji bo çareseriyê û pêkanîna aştiyê gavan di avêje. Gel bi  Serok Apo bawer e. Rebertî ji ji Tirkiyeyê re jî dibêje ‘guhertinan pêk bîne’. Ji bo her welatek herêmê jî viya dibêje. Nêrîna Rêber Apo û PKK'ê ji bo çareseriya pirsgirêka Filastinê jî heye.  Ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî hene. Çareseriya pirsgirêka Kurdistanê û Rojhilata Navîn girêdayî avêtina van gavan e."

‘NÎŞANEYA DOMANDINA KOMPLOYÊ GIRTÎBÛNA RÊBER APO YE’

Aldar Xelîl, anî ziman ku komploya navnetewî hîn didome, lê beramberî têkoşînek gelekî mezin jî heye û ev nirxandin kir: “Ez komployê û hêzên kompleger şermezar dikim. Eger komplo bigihişta armaca xwe, wê tevahiya herêmê bi awayekî xirab bandor bikira. Wê ji rewşa niha xirabtir bûya. Bi nêzîkahiyên zanistî û hostane yên Seroketiyê re, pêşiya wan hat girtin. Komplo dewam dike, lê negihişt armaca xwe ya esasî. Nîşaneya dewamkirina komployê ewe ku Serok Apo hîn girtî ye û pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin, aloziya Rojhilata Navîn didome. Hêzên serwer ên li Rojhilata Navîn siyasetê dikin, girtina Rêber Apo ji bo xwe weke serkeftin dîtin, lê Rêber Apo ev rewş vegerand derfeta ji bo pêşxistina çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn."

'ŞERTÊ SEREKE AZADİYA SEROKATIYÊ YE’

Endamê Desteya Seroketiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl, diyar kir ku hêzên komploger hîn li ser kar in, li beramberî wê jî Rêber Abdullah Ocalan ev 27 salin rêyên çareseriyê nîşan dide û got: "Seroketî ewqas parêzname, proje, nerîn, têz û paradîgmayeke nû pêş xistin. Bi vê yekê komplo vala derxist. Çareserî wê li gorî paradigma û tezên Rêber Apo bin. Ne wisa be wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn dom bikin. Ji bo ku em komployê bi temamî  vala derbixin şertê sereke ew ku seroketî azad bibe û projeya di jiyanê de bikeve meriyetê."  

(a)

ANAH