QSD: Li başûrê Minbicê hejmarek çete hatin kuştin û erebeyên wan hatin îmhakirin

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê diyar kir ku di berxwedana şervanan a li gundewarê başûrê Minbicê de hejmarek çete hatin kuştin û erebeyên wan hatin îmhakirin.

QSD: Li başûrê Minbicê hejmarek çete hatin kuştin û erebeyên wan hatin îmhakirin
19 ÇILE, 2025   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarê başûrê Minbicê û berxwedana şervanan a li hemberî êrişan aşkera kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSDˈê ya der barê mijarê de bi vî rengî ye:

"Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên aşkerayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Rojane gundan, qadên niştecihan û binesaziya herêmê dike hedef û sûcên li dijî mirovahiyê dike.

Dewleta Tirk a dagirker duh (Şemiyê) ji saetên sibehê heya saetên nîvro bi obîsan êrişên li ser pêşiya gundê Xirbe Zemala yê gundewarê Bendava Tişrînê da destpêkirin. Piştre çeteyan êriş li ser gir dan destpêkirin. Şervanên me bersiva êrişan da; hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, çeteyên din jî ji qadê reviyan.

Çeteyan li vê herêmê êrişî nuqteyeke din a şervanên me kirin, lê bi berxwedaneke mezin a şervanên me rû bi rû man. Bi qasî hat tesbîtkirin 3 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Şer û pevçûn heya saetên destpêkê yên êvarî dewam kir.

Dema çeteyan hewl dan cenazeyê kuştiyên xwe rakin, Yekîneyên Şehîd Harûn li 3 kombûnên çeteyan û erebeyên wan ên veguhestina leşkeran û erebeyek din a Pic Up xistin. Li vir jî hin çete hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn, lê hejmara zelal nehat bidestxistin.

Li derdora Girê Syriatel Yekîneyên Şehîd Harûn taneke û erebeyek doçka li ser a çeteyan derbe kirin. Şervanan 2 çete birîndar kirin.

Li eniya Dêr Hafirê jî, çeteyan bi guleyên hawnan li bendekê dan. Di encamê de sivîlek birîndar bûn. Şervanên me bersiva topbaran dan."

(bb)

ANHA