Bi çavê koçberekî hovîtiya çeteyên dewleta Tirk

Tiştên ku koçberek, derbarê pêkanînên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de dibêje, porê mirovan qij dike, pirsa “mirovatî li ku maye?” dide kirin.

Bi çavê koçberekî hovîtiya çeteyên dewleta Tirk
12 kanûn, 2024   04:10
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Pêkanînên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li Şehba û Til Rifatê kirine, rûyê rast ê dewleta Tirk û planên wê jî radixin ber çavan. 

Tiştên ku Idris Hisên dibêje, cihê gotinê jî nahêlin.

Idrîs Hisên ê 53 salî ji gundê Bafûrê yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê ye. Di sala 2018’an de dema dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir, bi malbata xwe re derbasî bajarokê Til Rifatê bûye. Piştî 6 salan, dema dewleta Tirk û çeteyên wê 29’ê Mijdara 2024’an vê carê êrişî Til Rifatê kirin, Idrîs û malbata xwe careke den neçarî koçberiyê bûn.

Idrîs Hisên 1’yê Kanûnê (2024) bi sedan malbatên din re berê xwe da bajarê Tebqayê. Di rê de bûye şahidê gelek hovîtiyên çeteyên dewleta Tirk. 

Idrîs Hisên vê hovîtiyê bi van gotinan vedibêje: “Tişta me dît pora serê me qij kir. Serjêkirin û cenaze benzînkirin û şewitandin, tu dibêje qey serê mirîşkekê jê dikin”.

Idrîs Hisên destpêkê hatiye Tebqayê, piştre jî derbasî bajarê Qamişlo bûye û li gundê Hîmo yê bicîh bûye.

Li Hîmo me şahidiya Idrîs Hisên û malbata wî guhdar kir.

Idrîs Hisên tevî 18 kesên ji malbat û cîranên xwe bi yek seyareyê roja 1’ê Kanûnê di nava karwanê duyemîn ê koçberan de ji Til Rifetê derketiye. Rewşa wê demê Idrîs bi van gotinan tîne ziman: “Ji tirsa êrişên çeteyan gel ketibû nav hev. Kolan tije seyare bûn. Ji bajaroka Ehrezê heta bajaroka Ehdasê bi hezaran seyare hebûn.”

ÇETEYAN RÊYA WAN GIRT

Dema karwan derketiye rê, çeteyan êvarê li gundê Til Qirah pêşiya wan girtiye û di sermayê da dane sekinandin, lewma heta sibehê nekarîne xew bikin, zarokên wan hatine ber mirinê. 

‘HEVALÊ MIN QETIL KIRIN’

Di saetên sibehê de çete bi seyareyan û çekan di nava zeviyên çandiniyê de hatine cem karwanê koçberan û ew tehdît kirine. Idrîs Hisên ew kêlî wiha vegotin: “Li ser cilên çeteyan sembolên DAIŞ û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê hebûn. Digotin `heke em parçeyeke ji çekê bi kî re bibînin em ê wî serjê bikin`. Bi cîran û hevalê min ê bi navê Henan re demançeyek hat dîtin, çeteyan li pêş çavên malbata wî ew qetil kir.”

CENAZEYÊN SERJÊKIRÎ

Dema kerwanê wan digihîje ber balafirxaneya Kiwêris a Helebê, Idrîs Hisên, li rex rê `cenazeyên serjêkirî` dibîne. Ew rewş jî wiha anî ziman: “Çeteyan serê 7 leşkerên hikumeta Şamê jê kiribûn, li rex hev danîbûn û serê wan li ber bedena wan danîbûn. Di karwanê me de jinan çavên zarokên xwe digirtin da ku wan cenazeyan nebînin.”

ŞEWITANDINA CENAZEYAN

çend deqeye piştî dîtina vê hovîtiyê, Idrîs rastî pêkanînek hîn hoveber hatiye. Bi gotina Idris çeteyan cenaze şewitandibûn: “Li nêzî cihê ku mirov hatibûn serjêkirin, çeteyan zêdetirî 4 cenaze li ser hev danîbûn, benzîn lê kirin û agir bi wan xistin. Li wir slogan û fîşek davêtin. Me ev jî bi çavên xwe dît.”

REŞANDINA GULEYAN

Çeteyên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine, di rê de her bela xwe li karwanê koçberan jî daye. Li gorî gotinên Idrîs, li gelek cihan heqaret li wan hatiye kirin, gule li ser wan hatine reşandin.

BÊ EXLAQIYA LI DIJÎ JINAN

Idrîs Hisên hin agahiyên ku ji cîranên xwe yên ku li Til Rifetê mane girtine jî, bi me re parve kirin û got: “Cîraneke me ji me re agahî şand û got, `Çete li Til Rifetê gelek jinên Kurd neçar kirin ku cilê xwe ji xwe bikin û li ser rê bisekinin, da ku çeteyên `Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê` di wir de biçe, wan bibîne. Hinek din jî li ber çerxerêya ku komkujiya Til Rifetê lê çêbibû (2019) tazî kirin û ji wan xwestin ku bireqisin`. Ew cîrana ku ji me re agahî gotin dema ev bûyer dît ji tirsa vegeriyaye malê.”

AGAHÎ JI GELEK KESAN NAYÊ GIRTIN

Idrîs Hisên destnîşan kir ku ji gelek cîran û nasên wan agahî nayê girtin û got:“Cîranê me Omer Dîkê ji ber ku bi me re ji herêmê derneket, me nema agahî ji wî, hevjîna wî Cinet û kurê wî Heyder Dîkê girt.”

(a)

ANHA