Bihabûna sotemeniyê li Çilaxa tevger pir kêm kiriye: Şêniyan rê girtin

Bilindkirina bihayên sotmeniyê ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hişt ku tevgera sûkan û bikaranîna wesîleyên veguhestinê li Çilaxa pir lawaz bibe, ji bo şermezarkirina biryarê şêniyên gundê El Hmra jî 2 rê bi tekerên ku agirê pê xistine girtin.

Bihabûna sotemeniyê li Çilaxa tevger pir kêm kiriye: Şêniyan rê girtin
Bihabûna sotemeniyê li Çilaxa tevger pir kêm kiriye: Şêniyan rê girtin
Bihabûna sotemeniyê li Çilaxa tevger pir kêm kiriye: Şêniyan rê girtin
Bihabûna sotemeniyê li Çilaxa tevger pir kêm kiriye: Şêniyan rê girtin
Bihabûna sotemeniyê li Çilaxa tevger pir kêm kiriye: Şêniyan rê girtin
Bihabûna sotemeniyê li Çilaxa tevger pir kêm kiriye: Şêniyan rê girtin
Bihabûna sotemeniyê li Çilaxa tevger pir kêm kiriye: Şêniyan rê girtin
14 îlon, 2026   12:13
QAMIŞLO

Ji ber bilindkirina buhayên sotemeniyê ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê tevgera şêniyan li sûkê û bikaranîna wesîleyên veguhestinê pir kêm bû. Bilindbûna buhayên sotemeniyê bandor li kiryar çûn û hatinê ya di navbera bajaran jî kiriye, kiryar kesekî ji Çilaxa-Qamişlo nêzî 50 hezar lîreyên Sûriyeyî ye û pê re jî pêdiviyên xwarinê jî biha bûne.

Têkildarî heman mijarê şêniyên gundê El Hemra yê rojhilatê bajarê Çilaxa rêya di navbera Çilaxa û Girkê Legê bi tekerên ku agir pêxistine girtin, her wiha rêya navneteweyî ya ku tê Çilaxa ya li hemberî gund ku bi navê rêya El Tahûnê tê naskirin jî girtin.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 13`ê Îlonê buhayên sotemeniyê bilind kir, li gorî lîsteya buhayan a nû, buhayê her lîtreyek benzînê (oktan 95) 195 lîreyên Sûriyeyî, ew li gorî pereyên kevin dibe “19 hezar û 500”, benzîna (90) bû 185 lîreyan, mazot bû 175 lîreyan, xaza male bû bi hezar û 600 lîreyan, xaza sînayî di navbera 2 hezar û 560 - 2 hezar û 570 lîrayan, tona fiyolê (xam) bû bi 52 hezar û 800 lîreyan.

Beriya niha di 4`ê Îlonê de hikumeta veguhêz buhayên sotemeniyê bi vî awayî diyar kiribûn: lîtreyeke benzîna (95) 152 lîreyên sûriyeyî yên nû (15 hezar û 200), benzîna (90) 147 lîreyên nû, mazot bi 125 lîreyan, xaza male bi hezar û 470 lîreyan û xaza sînayî bi 2 hezar û 350 lîreyên Sûriyeyî.

(sb)

ANHA