ji ber nerazîbûna li dijî bilindbûna bihayê sotemenyê rêyên rafineriyan hatine girtin

Xwepêşandanên li dijî bihabûna sotemeniyê berfireh bûne, rêyên sereke yên ku deverên hilberînê li rojhilat bi parêzgehên din ên Sûriyeyê ve girêdidin hatin girtin û tankerên petrolê hatin rawestndin.

ji ber nerazîbûna li dijî bilindbûna bihayê sotemenyê rêyên rafineriyan hatine girtin
14 îlon, 2026   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja duyemîn de, şêniyên çend deverên Reqa, Dêrazorê û Hesekê nerazîbûnên xwe yên li dijî bilindbûna bihayê sotemeniyê berdewam kirin. Rêyên sereke û girîng ên ku parêzgehên rojhilat û bakur bi Heleb û hundirê Sûriyeyê ve girêdidin, hatine girtin, her wiha rê li ber tankerên petrolê hatin girtin.

Li gundewarê Dêrazorê, şêniyên bajarokê El Şuheyl rêya ku ber bi zeviya petrolê ya El Omer ve diçe jgirtin. Di heman demê de, rêya ku zeviya El Omer bi bajarê Dêrazorê ve girêdide, rêyek ku ji bo veguhestina petrolê bi tankeran bo rafineriyan tê bikar anîn, jî hate girtin.

Li Reqayê, xwepêşandan berdewam kirin, çend rê hatin girtin, di nav wan de rêya Sewamii, rêya El Hezima, ji û rêya Reqa-Helebê.

Li Hesekê, şêniyên Til Temirê ji bo roja duyemîn a li pey hev girtina rêya navneteweyî ya M4 di navbera Til Temirê û Helebê de berdewam kirin û tevgera bi sedan tankerên petrolê rawestand. Şênî daxwaza betalkirina bilindbûna bihayê sotemeniyê dikin.

Ev çalakî piştî biryara komîteya bihayê sotemeniyê ya duh serê sibê ya ji bo bilindkirina bihayên sotemeniyê, pêk hatin. Bihayê lîtreyek benzîna ​​95 oktan 195 lîreyên Sûriyeyê, benzîna ​​90 oktan 185 lîre û mazotê 175 lîre hat destnîşankirin. Bihayê cêrekî gaza navmalî gihîşt hezar 600 lîreyan û gaza pîşesaziyê 2 hezar û560 lîreyan.

(k)

ANHA