`Bila perwerde bi zimanê kurdî be`

Meclisa bajarê Til Temirê û Navenda Çand û Hûnerê gotin ew yek ji pêkhateyên resen ên Sûriyeyê ne û ji mafê wane ku bi zimanê xwe bixwînin.

`Bila perwerde bi zimanê kurdî be`
`Bila perwerde bi zimanê kurdî be`
`Bila perwerde bi zimanê kurdî be`
`Bila perwerde bi zimanê kurdî be`
`Bila perwerde bi zimanê kurdî be`
14 îlon, 2026   11:43
HESEKÊ

Li bajarê Til Temirê endamên Saziyên Civaka Sivîl, nûnerên partiyên siyasî û tevgera jinan ji bo zimanê kurdî çalakî li dar xist û daxwaz kir xwendekar bi zimanê kurdî xwendina xwe berdewam bikin.

Meclisa bajarê Til Temirê li pêşiya çerxerêya şaredariyê daxuyanî da û ji aliyê mamoste Hêvîdar Mihemed Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin mafên ziman û perwerdeyê ne pirsgirêkên ku werin talokirin, pêkhateya Kurd yek ji pêkhateyên resen ên Sûriyeyê ne û divê garantiya mafên wan ên çandî, neteweyî û siyasî were dayîn.

Meclisê di daxuyaniyê de daxwaz kir ku zimanê kurdî jî mîna zimanê erebî bibe yek ji zimanê fermî yê Sûriyeyê, di jiyanê, dibistan, zanîngeh û saziyan de were bikaranîn.

Her wiha Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Temirê jî daxuyanî da, Rêveberiya Navenda Çand û Huner Nesrîn Selah bi zimanê erebî xwend û mamoste Rodî Oso jî bi kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de got ziman nasname, çand û bîra mirove û divê bi zimanê xwe, xwe bidin îfadekirin, ziman ne tenê amûrê dan û standinê ye, ji mafê wan e ku mafên xwe yên çandî û ziman biparêz in.

Di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku perwerde bi zimanê dayîkê nasname neteweyî û pirrengiya civaka Sûriyeyê diparêz e. Ew dixwazin di hemû pêvajoyên perwerdeyê bi zimanê kurdî bixwînin û veguhezînin neslên dîtir, her wiha rêz bidin pirrengiya ziman û çanê li Sûriyeyê.

Di dawiyê de ji aliyên têkildar, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên çandî û perwerdeyê daxwaz kir ku bi wan re bibin alîkar da ku ew bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin.

(np)

ANHA