Li Cizîra Botanê ya Bakurê Kurdistanê teqînên dijwar rû dan

Li Taxa Cûdî ya Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê 2 teqînên dijwar rû dan.

Li Cizîra Botanê ya Bakurê Kurdistanê teqînên dijwar rû dan
24 cotmeh, 2024   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANFʹê, li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê saet derdora 22.00’an de 2 teqînên dijwar rû dan. Dengê teqînan ji gelek nuqteyên navçeyê hat bihîstin.

 Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku piştî teqînan li ocaxa tenduristiyê ya kevin dûman rabû, gelek ambûlans û hêzên leşkerî yên Tirk şandin cihê bûyerê.