Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî gihîşte Şamê

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, bi serokatiya şandeyeke bilind a hikûmetê gihîşt Şamê. Ev serdan bi armanca gotûbêjkirina peywendiyên dualî û xurtkirina hevkariyên di navbera her du welatan de pêk tê.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî gihîşte Şamê
28 cotmeh, 2026   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) belav kir ku Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer, li Balafirgeha Navnetewî ya Şamê pêşwazî li serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û şandeya pê re kiriye.

Li aliyê din, Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand ku di çarçoveya vê serdanê de, Elî Zeydî dê bi Serokê Sûriyeyê re civîneke dualî pêk bîne da ku peywendiyên dualî gotûbêj bikin û mekanîzmayên nû ji bo pêşvebirina wan di warên cuda de destnîşan bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Zeydî û Şer dê bi hev re serokatiya civîneke berfireh a şandeyên her du welatan bikin. Ev civîn dê ji bo nirxandina hevkariyên berhemdar ên navbera her du aliyan were terxankirin, bi şêwazekî ku berjewendiyên hevpar ên her du welatan mîsoger bike.