Bi hezaran xelkê Kobanê ji bo dîlgirtiyan daketin qadan

Li bajarê Kobanê bi hezaran kes daketin qadan û daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan kirin.

11 nîsan, 2026   12:34
KOBANÊ

Li bajarê Kobanê, bi pêşengiya malbatên dîlgirtiyan bi hezaran kes bi daxwza serbestberdana dîlgirtiyên li cem hêzên hikumeta demkî meşek girseyî li dar xist. Girse ji qada Jina Azad heya qada Aştî  meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşma `Em dîlgirtiyên xwe dixwazin` hatin berzkirin û her malbatekê jî wêneyên zarokên xwe hildan jor.

Piştî meş gihîşt qada Aştî li wir deqeyekê rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Meclisa MalbatênŞehîdan a bajarê Kobanê Mihemed Bozî axivî û diyar kir ku li gorî peymana di navbera QSD û hikumeta demkî de divê demildest dîlgirtî bên berdan.

Bozî got: “ Heta niha zarokên me di destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de dîlgirtî ne. Li gorî peymanê divê dîlgirtiyên me desmildest bên berdan. Em jî bi rêveberiya xwe bawer in û ew bi şev û rojê ji bo dosyeya şervanên me yên dîlgirtî tê dikoşe.”

Piştî axaftinan, malbatan bê navber dirûşmeyên weke `Şehîd Namirin` û `Em dîlgirtiyên xwe dixwazin` berz kirin.

(ekîb/bb)

ANHA