Dema tomarkirina xwendekarên xwendina serbest hat dirêjkirin 

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ragihand ku dema tomarkirina xwendekarên xwendina serbest ji bo ezmûnên navîn û amedeyî heyanî 16`ê Nîsanê dirêj kiriye.

Dema tomarkirina xwendekarên xwendina serbest hat dirêjkirin 
11 nîsan, 2026   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ragihand ku wê dema tomarkirina xwendekarên xwendina serbest ji bo ezmûnên asta navîn û amadeyî bi her du şaxên wê (zanistî û wêjeyî) heya 16'ê Nîsanê dirêj kiriye.

Desteyê li ser Facbookê diyar kir ku wan dema tomarkirina xwendekaran dirêj kiriye. Her wiha bang li hemû xwendekaran kir ku di navbera 13-16`ê Nîsanê de xwe tomar bikin.

Tomarkirina xwendekarên xwendina serbest li navenda ezmûnan a bajarê Hesekê û Qamişloyê tê kirin.

(np)