Bi boneya 4’ê Nîsanê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Bi boneya 4’ê Nîsanê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Bi boneya 4’ê Nîsanê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Bi boneya 4’ê Nîsanê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Bi boneya 4’ê Nîsanê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Bi boneya 4’ê Nîsanê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Bi boneya 4’ê Nîsanê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Bi boneya 4’ê Nîsanê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
Bi boneya 4’ê Nîsanê şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin
7 nîsan, 2025   14:24
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ku dikeve 4’ê Nîsanê, şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist. Şahî li hola Telet Heleb a taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya malbat û zarokên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclis û komînan hat lidarxistin.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih di şahiyê de axivî û 4’ê Nîsanê li malbatên şehîdan pîroz kir. Remziye di axaftina xwe de berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê û banga wî ya ji bo aştiyê vegot.

Remziye Salih anî ziman ku dê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Piştre Koma Tîrêjin Rojê, Koma Cûdî Amanos û hunermend Ehmed Reşo stran pêşkêş kirin. Beşdaran jî li ber stranan govend gerand.

(bb)

ANHA