Bi delîl û şahid beşdariya DAIŞˊê di êrişên Siwêdayê de

Çavkaniyên li qadê û leşkerî diyar kir ku li kêleka komên ‘Fezet Eşîr’ ên bi piştgiriya wezaretên parastinê û hundirîn ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, çeteyên DAIŞˊê jî ji veşartgehên xwe yên li Tilûl El Sefa derketin û tev li êrişên li dijî Siwêdayê bûn.

Bi delîl û şahid beşdariya DAIŞˊê di êrişên Siwêdayê de
Bi delîl û şahid beşdariya DAIŞˊê di êrişên Siwêdayê de
Bi delîl û şahid beşdariya DAIŞˊê di êrişên Siwêdayê de
Bi delîl û şahid beşdariya DAIŞˊê di êrişên Siwêdayê de
Bi delîl û şahid beşdariya DAIŞˊê di êrişên Siwêdayê de
Bi delîl û şahid beşdariya DAIŞˊê di êrişên Siwêdayê de
Bi delîl û şahid beşdariya DAIŞˊê di êrişên Siwêdayê de
26 tîrmeh, 2025   03:45
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Li gorî gelek çavkaniyên leşkerî û xwecih ku agahî dane ANHA’yê, çeteyên DAIŞˊê ji kûrahiya çolistana Sûriyeyê, bi taybet ji herêma Tilûl El Sefa derketin û tev li ‘Fezet Eşîr’ bûn ku ji çekdarên wezaretên parastinê û hundirîn ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêk tê û êrişî Siwêdayê kir.

Herêma Tilûl El Sefa li rojhilatê Siwêdayê ye. Ji aliyê bakur ve beyara Şamê ye û ji aliyê başûr ve jî beyara El Hemad e. Ev cih ji bo DAIŞˊê cihî herî girîng e û ji wir êrişên xwe li dijî bajar û gundên derdorê pêk tînin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku armanca bingehîn a tevlêbûna DAIŞˊê di nava vî şerî de ew e ku bi hinceta "xenîmetan" mîqdareke zêde ya çekan kom bikin, mal û milkên şêniyan bidizin. Li kêleka wê jî çete hewl didin fikra xwe ya tundraw di nava komên beşdar de belav bikin û vê yekê wek rêbaza propagandaya belaş a kişandina çeteyên nava xwe firset digirin. Nemaze penaberên di nava Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz de dixebitin.

HIŞYARIYÊN AMERÎKAYÊ

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio hişyarî li ser "lawaziya ewlehiyê ku gefan li pêbaweriya hikumeta veguhêz dixwe" dabû. Rubio li ser Xˊê gotibû "Ger desthilatên Şamê bixwazin firsetekê ji bo pêkanîna Sûriyeya yekgirtî, aştiyane, ji DAIŞˊê vala û bêyî kontrolkirina Îranê bi dest bixin, divê hêzên xwe yên ewlehiyê bi kar bînin ku DAIŞ û cîhadîstên tundraw nekevin Siwêdayê û komkujiyan pêk neynin.”

HÛRGILIYÊN RAST: DI DESTÊ WÎ YÊ RAST DE SAET

Li kêleka zelalbûna rastiyên li Siwêdayê rû dane, wek qetilkirina komî, serjêkirina sivîlan di bin navê mezhebî de, bilindkirina aşkera ya diruşm û nîşaneyên DAIŞˊê ji hêla gelek êrişkaran ve, di analîzekê de hin hûrgiliyên din hene ku çeteyên DAIŞˊê jî tev li êrişên li dijî Siwêdayê bûne.

Ev nîşane di gelek dîmenên pêbawer ên li hundirê Siwêdayê de hatine kişandin, derketin. Piranî kesên sûcên serjêkirinê û tesfiyekirinê pêk anîne, saet xistibûn destê xwe yê rastê. Ev reftara baweriyê li serçeteyê DAIŞˊê Ebû Bekir El Bexdadî vedigere. Dema El Bexdadî xitbeya xwe ya yekemîn li Mûsilê di 2014ˊan de dabû, saet di destê wî yê rastê de bû.

Tê bibîrxistin ku di fetwayên DAIŞˊê de xistina saetê di destê çepê de "teqlîdkirina kafiran e" û di destê rastê de "başî" ye.

Di bûyereke vê dawiyê hatiye belgekirin de DAIŞˊiyekî dîmenek belav kir ku avahiyeke mezin a li herêma çandiniyê ya li gundewarên Siwêdayê tê şewitandin û gotina "Gurên serbixwe digerin, destdirêjiyê dikin, dîl digirin û dişewitînin" dike.

Çeteyên DAIŞˊê li ser malperên xwe ragihandibû ku çeteyê bi navê Mistefa El Milîhan ê ji Lubnanê di dema êrişa li ser Siwêdayê de hatiye kuştin û wêneyên wî yên li hundirê Siwêdayê hatibûn belavkirin.

REDKIRINA GEL Û HIŞYARIYÊN XWECIH

Di 13ˊyê Tîrmehê de bi dehan xelkê bajarokê Tesîl ê gundewarên Derayê li dijî hebûna çeteyên berê yên DAIŞˊê di nava saziyên ewlehiyê de, xwepêşandan li dar xistin.

Di daxuyaniya çeteyên Seraya Ensar El Sunne ya 15ˊê Tîrmehê anku rojekê beriya "Fezet Eşîr" de hatibû dayîn, ev tişt hatibû gotin: “Em ê tiştên berê wekî kuştin û îşkenceya ku me li dijî mezheba Durzî li xaka Siwêdayê kiriye, dîsa dubare bikin.”

Tevî vê gefa aşkera, lê Wezareta Karên Hundir a hikumeta veguhêz tu tedbîrên pêşîlêgirtinê negirtin, berevajî "Ensar El Sunne" wek hebûneke "xeyalî" hesiband.

‘ÊRIŞKAR XWEDÎ FIKRÊN DAIŞˊÊ BÛN’

Rojnamevanê sûriyeyî Rewad Bilan ê ji xelkê Siwêdayê ye bi rêya medyaya dîjîtalê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku êrişkarên ku endamên wezaretên hundir û parastinê û "eşîran" xwedî fikrên DAIŞˊî, tundraw û sîstematîk bûn. Armanca wan a bingehîn hejmareke zêde ya sûcên qetilkirinê li dijî sivîlan pêk bînin.

Bilan destnîşan kir ku alên çeteyên DAIŞˊê di dema êrişê de bi aşkera û li pêş çavên hêzên hikumeta veguhêz dihatin hildan, ji wê zêdetirî gelek çekdaran jî nîşaneyên DAIŞˋê danîbûn ser milên xwe. Bi vê yekê diyar dibe ku ev nîşane bi awayekî aşkera li sûkên Şamê tên firotin.

Bilan yekser hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hember êrişan tawanbar kir û diyar kir ku êrişên leşkerî di bin çavdêrî û talîmatên Wezareta Parastinê û bi piştgiriya lojistîkî ya Wezareta Hundirîn, tên kirin.

Bilan tiştê ku li Siwêda û gundewarê wê rû dide bi "qirkriina mezhebî û sûca birêxistinkirî" wesif kir û hikumeta veguhêz berpirsiyar dît.

DAXWAZÊN XELKÊ SIWÊDAYÊ

Têkildarî daxwazên gelê Siwêdayê Bilan got daxwazên herî girîng ew e ku komîteyeke lêpirsîna navneteweyî ya serbixwe ji bo belgekirina sûcan û hesabxwestinê ji sûcdaran were şandin û divê tu aliyekî girêdayî hikumeta veguhêz di dosya garantiya edaletê de tune be.

Bilan ji bo parastina sînorê îdarî ya herêmê û neçarkirina tevahî aliyên êrişkar ku agirbestê pêk bînin, daxwaza kir ku hêzên navneteweyî derbas bibin. Li kêlek wê jî divê alîkarî derbas bibin û li şûna Heyva Sor Xaça Sor derbas bibe. Bilan Heyva Sor a Sûrî bi "rêxistineke ji hêla desthilatan ve hatiye kontrolkirin û ji bo derbaskirina endamên girêdayî desthilatan bo Siwêdayê" wesif kir.

BÎLANÇOYA QURBANIYAN

Ji sibeha 13ˊê Tîrmehê heta kêliya amadekirina vê raporê ve, li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bîlançoya qurbaniyan derket hezar û 339ˊan. Bi piranî jî ji xelkê Siwêdayê ne. 

(fr)

ANHA