Şêniyên gundewarên Derayê ji bo av û xizmetan xwepêşandan li dar xist

Şêniyên gundê Diwêra yê Derayê piştî ku herdu bîrên gund ji xizmetê derketin, xwepêşandan li dar xist. Şêniyan daxwaza dabînkirina avê û xizmetên bingehîn kirin.

Şêniyên gundewarên Derayê ji bo av û xizmetan xwepêşandan li dar xist
4 tebax, 2026   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên gundê Diwêra yê herêma Lucat ê gundewarê Derayê xwepêşandan li dar xist. Şêniyan daxwaza dabînkirina avê û başkirina xizmetên bingehîn kirin.

Şêniyan diyar kir ku piştî ku her du bîrên gund ji xizmetê derketin, nêzî 150 malbat neçar mane av bi bihayên bilind bikirin.

Gundiyan bi vekirina pankartan banga peydakirina av, kehrebe perwerde û başkirina rewşa xizmetguzariyê li aliyên têkildar kirin.

(bb)