Bi çêkirina nan piştgiriya malbatên xwe dikin

4 jinên ji Holê bi derfetên kêm li hember zehmetiyan sekînin û piştgiriya malbatên xwe dikin. Her wiha cihê jinan di civakê de xurttir kirin.

Bi çêkirina nan piştgiriya malbatên xwe dikin
Bi çêkirina nan piştgiriya malbatên xwe dikin
Bi çêkirina nan piştgiriya malbatên xwe dikin
Bi çêkirina nan piştgiriya malbatên xwe dikin
Bi çêkirina nan piştgiriya malbatên xwe dikin
Bi çêkirina nan piştgiriya malbatên xwe dikin
Bi çêkirina nan piştgiriya malbatên xwe dikin
14 mijdar, 2024   08:37
HESEKÊ
ELÎ EL SULTAN

Avhewaya bajarê Holê yê kantona Cizîrê, çolistanî, zuha û ava wê şûr e. Derfetên kar ên jinan gelekî kêm in. Lewma Kongra Star bi rêya Komîteya Aborî projeyên biçûk ji jinan re organîze dike da ku di aliyê aborî de serbixwe bin.

Yek ji wan projeyan, firina biçûk a li sûka bajar e ku 4 jin bi derfetên kêm lê kar dikin û nanê tenûrê çêdikin.

Proje bi desteka Komîteya Aborî ya Kongra Star e û armanca wê peydakirina derfetên kar ji jinan re ye.

Ruqeye Mihemed El Qasim jî di firinê de kar dike. Ruqeyeyê têkildarî mijarê got: "Ji bo ku alîkariya malbata xwe bikin, em kar dikin. Her wiha em dixwazin bêjin ku jin dikare kar bike, debara xwe peyda bike da ku ku serbixwe be."

Komîteya Aborî, di dikaneke biçûk de firin vekir. Firin bi mazotê dixebite. Hemû pêvajoyên çêkirina nan bi destan e.

Jin hevîr çêdikin û distêrin, dûre maya tev lê dikin. Dûre hevîrê strayî dikin girêk û her girêke dikin nan û di firinê de dibêjin. Ji her 50 kîlogram ard 120 nanê tenûrê tê çêkirin. Her nanek bi 500 lîre tê firotin.

Jinên di firinê de kar dikin, destnîşan dikin ku ew piştgiriya malbatê dikin ji bo ku pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin.

Jin bi desteka Komîteya Aborî ya Kongra Star 50 kîlogram ard ji Saziya Giştî ya Firinan bi 40 hezar lîreyî peyda dikin.

Lê ji ber kêmbûna sotemeniyê vê dawiyê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de, jinên karker neçar dimînin ku sotemeniyê ji sûka reş biha bikirin.

Ruqeye di dawiyê de got: "Her jinek dikare kar bike. Hêza xwe bi kar bîne û derfetên kar biafirîne, ji bo ku jiyana xwe bêyî ku pişta xwe bide tu kesî, bi pêş bixe.”

(şx)

ANHA