Li Êlihê 195 kesên li dijî desteserkirina vînê derketin hatin destgîrkirin

195 kesên ku desteserkirina vînê protesto kirin hatin destgîrkirin. Ji van 25 kes hatin girtin û ji bo 5 kesan jî cezayê hepsa malê hate dayîn.

Li Êlihê 195 kesên li dijî desteserkirina vînê derketin hatin destgîrkirin
13 mijdar, 2024   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Êlihê ji aliyê AKP-MHP’ê re bi tayînkirina qeyûm hate destserkirin û di çalakiyên protestokirina desteserkirinê de bi tevahî 195 kes hatin destgîrkirin.

Ji 195 kesên ku hatin destgîrkirin 25 kes jê hatin girtin û ji bo 5 kesan cezayê hepsa malê hate dayîn û yên din serbest hatin berdan.

Navên çend kesên ku hatine girtin wiha ne: “Hatîce Taş, Mizgîn Sonuk, Yusuf Kaya, Ozdemir Çelik, Fikret Soysal, Vedat Ozer, Esma Ozmen, Serhat Ayar, Ridvan İlhan, Feyzullah Mebiş, Muhammed Ekinci, Argeş Toparli, Mesut Aydin, Mahsup Salim, Semih Ocakhan, Adnan Vural, Yoldaş Eker.”