Li gundewarê Tirbespiyê agir bi zeviyan ket

Agir bi zeviyên di navbera gundên Sihil û Sîha yên gundewarê Tirbespiyê ket û tîmên agirkujiyê hewl didin agir vemirînin.

Li gundewarê Tirbespiyê agir bi zeviyan ket
20 hezîran, 2026   16:34
QAMIŞLO

Îro Agir bi firazeyên di navbera gundên Sihil û Sîha yên gundewarê Tirbespiyê ket û ji firazeyan bi zeviyên genim jî ket.

Tîmên agirkujiyê bi alîkariya şêniyên herêmê hewl didin agir vemirînin.

Di encama şewatê te heta niha nêzî 100 donim zevî şewitîn.

(k)