Rêveberiya Kantona Efrîn û Şehbayê civîna xwe ya salane li dar xist

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de hate diyarkirin ku ruxmî dorpêç, erdhej û êrişan jî gelek xebat pêk hatine.

30 kanûn, 2023   15:40
ŞEHBA

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê li Hola Serdem civîna xwe ya salane li dar xist. 

Di civînê de endamên Kongra Star, Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê, rûspiyên herêmê, endamên Desteya Tenduristiyê, endamên Desteya Perwerdeyê û saziyên din Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.

Di civînê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji hêla endama meclisa kantonê Regaz Lolo ve hatin xwendin.

Her wiha rewşa siyasî ji hêla Ferhan Kobanê ve hate nirxandin.

Dûre rapora salekê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê ji hêla hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê Fadil Çawîş ve hate xwendin.  

Li gorî raporê, 700 kon ji bo malbatan hatin vedan, 7 dibistan hatin sererastkirin, kampên Serdem, Berxwedan û Veger hatine berferhkirin, firinên Ehdas û Til Rifetê hatine sererastkirin, 566 malbat li Şehbayê bi cih kirine, di nexweşxaneyê de beşên nû hatine vekirin û alavên nû hatine dabînkirin.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd ji ajansa me re axivî.

Cemal Reşîd got: “Di nava salekê de me karî ziyanên erhejê sererast bikin. Di 2023’yan de gelê Helebê ji ber erdhejê gelekî zehmet kişandin. Lê belê bi hev re alîkarî kirin. Ji ber dorpêça hikumeta Şamê a li ser herêmê me gelek caran rewşa awerte îlan kir. Lê belê gelê me û bi rêveberiyê berxwedan pejirand.”

Reşîd diyar kir ku plansaziya wan a yekem ji bo sala 2024'an dê azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan be. Her wiha dê xebata rêveberiyê bê xurtkirin.

ANHA