Heyva Sor a Kurd dest bi bernameya dermankirina koçberan kiriye

Heyva Sor a Kurd di meha Tîrmehê de dest bi bernameya destekdayîna koçberên nexweş kir û dê heyanî dawiya salê bidome.

Heyva Sor a Kurd dest bi bernameya dermankirina koçberan kiriye
1 tebax, 2026   04:55
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Heyva Sor a Kurd bi alîkariya rêxistina `Midiko Swîsreyê` ji bo koçberên nexweş ên li herêma Cizîrê û Kobanê dimînin, dest bi bernameyeke mirovî kir. Li gorî nirxandina komîteya tenduristiyê ya taybet, dê bi koçberên nexweş re bibin alîkar.

Rêveberiya bernameyê diyar kir ku meha Tîrmehê wan dest bi bernameya mirovî kiriye û dê heyanî dawiya sala 2026`an bidome. Di vê bernameyê de dê koçberên nexweş ên li Kobanê û Cizîrê derman bikin.

Gerînendeyê Nivîsgeha Projeyan a Heyva Sor a Kurd Zana Mûsa ji ajansa me re axivî û got: "Ji bo koçberên nexweş û bi taybet ên rewşa wan giran e, me dest bi bernameyê kir. Di vê bernameyê de em ê bi nexweşên ku pêdiviya wan bi emelatiyan heye û yên ku nexweşiyên wan giran re bibin alîkar. Di destpêke de dê komîteya tenduristiyê ya taybet rewşa nexweşxan binirxîne û li ser raporên wê em ê nexweşan veguhêzin nexweşxaneyên taybet. Em ê mesrefa tehlîl, emeliyat û dermanan rakin."

Her wiha Mûsa got tîmên Heyva Sor a Kurd bi rêya klînîkên gerok xwe digihîne koçberên ku nikarin werin navendên tenduristiyê û bi wan re dibin alîkar.

Ji bo malbatên koçberên nexweş xwe bighînin Heyva Sor a Kurd dikarin li van her du hejmarên telefonê bigerin: 0996877447-0932125933

(np)

ANHA