Bêçekkirina Êzîdiyan: Hikûmeta Iraqê senaryoya 2014`an dubare dike

Di demek ku gefên DAIŞ’ê û komên çete li ser Êzidiyên Şengalê zêde bûye de artêşa Iraqê li Şengalê dest bi bêçekirina welatiyên Êzidî kir ku ji bo parastina xwe hildigirin.

Bêçekkirina Êzîdiyan: Hikûmeta Iraqê senaryoya 2014`an dubare dike
23 sibat, 2026   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî zextên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Iraqê û gefên Wezîrê Tirk Hakan Fîdan ên dijî Êzidiyên Şengalê artêşa Iraqê tevî di gotin de dijî derket jî,  li Şengalê dest bi çêkirina noqteyên nû yên leşkerî kiriye.

Rojnewsê ragihand ku hikûmeta Iraqê li seranserê Şengalê dest bi komkirina çekên welatiyan kiriye ku ji bo parastina xwe li gel xwe radikin.

Li gorî agahiyên Roj Newsê ku xwe dispêre çavkaniyên  ewlekariya Şengalê doh êvarê artêşa Iraqê li seranserê Şengalê dest bi operasyona komkirina çekan kiriye.

Çavkaniyê diyar kir ku artêş dixwaze dest deyne ser çekên welatiyên Êzidî ku ji bo xwe ji fermanê û gefên çeteyan biparêzin li gel xwe digirin.

Hate gotin, wê di nava van rojan de li hemû gund û komelgehên Şengalê operasyona dest danîna ser çekên Êzidiyan bimeşînin.

Hêjayê bibîrxistinê ye k udi sala 2014an de hêzên fermê yên Şengalê  beriya fermanê dest danîn ser çekên Êzidiyan û paşê jî çete êrişê Êzidiyan kirin. Çavkaniyê daxuyakirin hewldana artêşa Iraqê ya niha senaryoya 2014’an bibîr dixe.