Tevgerên çand û hunerê jî destek da pêngava ji bo azadiya Rêber Ocalan

Tevgerên çand û hunerê jî piştgirî da pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bang li kesî kir ku tev li pêngavê bibe.

Tevgerên çand û hunerê jî destek da pêngava ji bo azadiya Rêber Ocalan
Tevgerên çand û hunerê jî destek da pêngava ji bo azadiya Rêber Ocalan
23 cotmeh 2023   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Hunermendan, Komîteya Rewşenbîr û Wêjevanan û Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê daxuyaniyeke hevpar da û destek da pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” 10`ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hatibû ragihandin.

Hevseroka Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê Gulbihar Omer daxuyanî li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê xwend. Bi dehan endamên rêxistin û tevgerên navborî beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi alozî, qirkirinên li Rojhilata Navîn hate kirin û wek encama siyasetên dewletên hegemonîk hatin nirxandin. Hat destnîşankirin ku di serî de gelê Kurd, gelên cîhanê bi qirkirinan re rû bi rû ne û hişyarî hat dayîn eger netewedewlet bimîne, dê aştî li herêmê pêk neyê.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şoreşa Rojava ya li ser bingeha fikrên Rêber Abdullah Ocalan, hemû gel, pêkhate, etnîk û olan digire nava xwe û ji bo tevahî cîhanê nimûne ye.

Îşaret bi girîngiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin û hat gotin: “Ji bilî fikrên neteweya demokratîk tu tiştek gelên herêmê xilas nake.”

Di dawiyê de bang li her kesî hat kirin ku tev li pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibin.

Piştî xwendina daxuyaniyê, beşdarên çalakiyê berê xwe da bin konê çalakiyê yê li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li bajêr.

Çalakvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kirin û dirûşmên silavkirina berxwedana wî berz kirin.

(c)

ANHA