Rewşenbîr û siyasetmedaran banga xurtkirina yekitiyê kir

Rewşenbîr û siyasetmedarên li Girkê Legê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava banga derbaskirina nakokiyan û avakirina hevkariyeke siyasî kir.

Rewşenbîr û siyasetmedaran banga xurtkirina yekitiyê kir
16 nîsan, 2026   05:50
QAMIŞLO
KINAN EL SEYID – ROHAT XELEF

Rewşenbîr û siyasetmedarên li bajarê Girkê Legê diyar kir ku herêm di qonaxeke pir hesas re derbas dibe ku veguherînên bilez pêk tên û ev yek girîngiya yekitiya Kurdan zêdetir dike.

Ji rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îdrîs Mela Şerîf diyar kir ku qonaxa heyî yekkirina refên Kurdan ji bo parastina hebûna gelê Kurd, ferz dike.

Mela Şerîf destnîşan kir ku êrişên dawî asta hevgirtin û berxwedana Kurdan li hember gefan nîşan dan, û da zanîn ku divê e ev yekitî veguherîne hevkariyek siyasî ya rastîn li hember "şerê taybet" ku hewil dide Şoreşa Rojava xera bike.

Mela Şerîf diyar kir ku parastina destkeftiyên şoreşê û fedekariyên şehîdan berpirsiyariyeke giştî ye û da zanîn ku yekitiya Kurdan li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê girîngiya hevgirtinê de, rêya herî girîng a berxwedana li hember xetereyan e.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê Ednan Birko jî got li herêmê veguherînên kûr pêk tên, ku ev yek girîngiya xurtkirina hevgirtina Kurdan zêde dike.

Birko diyar kir ku divê berjwendiya giştî bibe pêşîne û bang li aliyan kir ku nakokiyên xwe derbas bikin û hewldanên xwe bikin yek. Her wiha da ku ev yek dê hêza Kurdan a têkoşîna li dijî her xetereyekê zêde bike.

Birko di dawiyê de diyar kir ku parastina destkeftiyên şoreşa Rojava û tevahiya Kurdistanê helwesteke yekgirtî ji hêzên Kurd hewce dike û hişyarî da li ser xetereyên giran ên ku gelê Kurd dikare pê re rû bi rû bimîne, ger parçebûn dewam bike.

(k)

ANHA