Hêzên Îsraîlê gule berdan şêniyên gundewarê Quneytrayê

Hêzên Îsraîlê derbasî gundê Hanût ê Quneytrayê bûn, bi ser gund de girt û gule berdan.

Hêzên Îsraîlê gule berdan şêniyên gundewarê Quneytrayê
5 cotmeh, 2026   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê îro ji Til Ebû Xîsar ber bi gundê Hanût ê Quneytîrayê ve bi rê ket.

Hate gotin, hêzên derbasî gund bûn gule berdana şêniyekî êzing kom dikir, lê agahiyên der barê zeraran de nehatin bidestxistin.

Piştre hêz ji Hanûtê ber bi Rezaniyê ve çûn, ji wir çû gundên Seyda, Seriye û Ruqad û bendeke demkî ya kontrolê ava kir.

Hêzan li rojavayê Hanûtê jî bendek ava kir, gule berdan Til Ebû Xîsar û vekişîn.

(f)