Hêzên Îranê 5 kolber birîndar kirin û 10 jî girtin

Hêzên Îranê li bajarê Saqizê gule li komeke kolberan barand. Di encamê de 5 kolber bi giranî birîndar bûn û 10 kolber jî hatin girtin.

Hêzên Îranê 5 kolber birîndar kirin û 10 jî girtin
4 mijdar, 2023   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Saqizê yê Rojhilatê Kurdistanê Muhafazkarên Sînor ên Îranê gule li komek kolberan barandin. Di encama gulebaranê de 5 kolber bi giranî birîndar bûn û 10 kolberên ku hatin binçavkirin jî hatin girtin.

Hat zanîn ku dema birîndaran rakirine nexweşxaneyê jî êşkence li wan hatiye kirin û kolber di beşa venêrîna awarte de tên dermankirin.