Alfred Riachi: Me bi hevkariya Rêveberiya Xweser beyannameyek pêşkêşî aliyên Lubnanê kir

Sekreterê giştî yê Konferansa Daîmî ya Federalîzmê ya ji bo Lubnanê Dr. Alfred Riachi diyar kir ku wan bi hevkariya Rêveberiya Xweser beyannameyek ji bo çareserkirina dosyaya penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşkêşî aliyên Lubnanê kiriye, lê heta niha tu bersiv nehatine.

Alfred Riachi: Me bi hevkariya Rêveberiya Xweser beyannameyek pêşkêşî aliyên Lubnanê kir
7 gulan, 2024   07:35
BEYRÛT 
RANIYA EL UBEYD

Dosyaya penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê hîna rojev e. Ev yek di serdana serokê Qibrisê û seroka Komîseriya Ewropayê bo Lubnanê de diyar bû.

Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî got, divê aliyên têkildarî ji bo dosyaya penaberên sûriyeyê bi desthilata Sûriyeyê re têkildar bin.

Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî jî diyar kir ku hewldanên Ewropayê yên bi mijara penaberên Sûriyeyê hene û ragihand ku kesên bi awayekî nerewa li Lubnanê de dê werin dersînorkirin. Nîqatî her wiha gotibû: "Lubnanê wê jiyana penaberên îltîcaya siyasî nexe xetereyê. Her wiha dê mijarên girêdayî rewşên mirovî û yên girêdayî parastina kesên bi rêya îltîcayê li vir in, bibîne.”

SEROKÊ QIBRISÊ: DIVÊ EM BI UNHCR’Ê RE LI SER MIJARA VEGERA DILXWAZÎ ​​YA PENABERAN BIXEBITIN

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand ku dê ji bo îstiqrara Lubnanê û zehmetiyên ji ber pêşwazîkirina penaberan çêdibin bi qasî milyarek euro ji bo 3 salan bide Lubnanê.

Li gorî daneyên Ewlehiya Giştî ya Lubnanê, hejmara penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê 2 milyon û 100 hezar kes in. Ev hejmar bi qasî ji sedî 43 nifûsa Lubnanê ye.

PÊŞNIYAREK BI HEVKARIYA RÊVEBERIYA XWESER HAT KIRIN

Der barê mijarê de sekreterê giştî yê Konferansa Daîmî ya Federalîzmê ya Lubnanê Dr. Alfred Riachi ji ANHA’yê re axivî.

Alfred Riachi diyar kir ku tevahî hewldanên girêdayî vegerandina penaberan li warê wan, ne cidî ne û got: "Ne dewleta Lubnanê û ne jî hêzên siyasî tu tedbîr negirtine. Hêzên siyasî çareserkirina dosyaya penaberên Sûriyeyî dereng dixin. Hizbullah jî di çareserkirina vê dosyayê de ne hevkar e û ne xema wê ye ku sûriyeyî li Lubnanê bimînin an na. Hizbullah dê dosyaya penaberan wek kaxezeke siyasî di hemû dan û standinên siberojê de bi kar bîne."

Riachi diyar kir ku wan bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beyannameyeke çareseriyê pêşkêşî Lubnan, bi taybetî Hizbullah û wezîrê karên derve yê hikumeta Lubnanê Ebdullah Bû Hebîb kirine, lê tu cidiyet ji hêla van aliyan ve tune bûn.

Der barê naveroka beyannameyê de Riachi wiha got: “Beyanname der barê vegera ewle ya penaberan a li warê wan, peydakirina lojîstîk û garantiya ewlehiyê de ye. Lê beyanname di qalibê paşguhkirinê de danîne.”

Dr. Riachi got serdanên serokê Qibrisê û serdana seroka Komîsyona Ewropayê yên têkildarî nîqaşkirina dosyaya penaberan ne erênî bûn û wiha pê de çû: "Di serdanê de tu plan ji bo vegera penaberan tune bûn. Lê taybetmendiya serdanê ruşwet bû. Dê milyar euro bide lubnaniyan da ku li hemberî dosyaya penaberan û mayîna wan a li Lubnanê dengê xwe nekin."

Têkildarî asêkirina sînorên deryayî û bejahî li pêşiya penaberan de, Riachi diyar kir ku hêza kontrolkirina sînor nîn e.

Alferd Riachi bal kişand ser nîjadperestiya li hemberî sûriyeyên li Lubnanê û wiha domand: "Divê rêz li hemberî qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan bên girtin. Pêkhateyên Lubnanê di rewşeke hestiyar de ne. Aloziyên debarê, yên siyasî û yên ewlehî hene. Lewre nikarin zexta penaberan tehemul bikin. Li gorî pîvanên navneteweyî, Lubnan welatekî derbasbûnê ye, ne welatekî penaberiyê ye. Di encamê de divê ev mijar were fêmkirin, divê parêzvanên mafên mirovan jî beyannameyê bibînin û penaberên sûriyeyî li welatên wan pêşwazî bikin.”

Riachi anî ziman ku nîjadperestiya li hemberî penaberên Sûriyeyê nayê qebûlkirin û dê bide sedema zêdebûna tundiyê.

Alferd Riachi got, ji bo rê li ber pirsgirêkan venebe ku encamên xirab bi xwe re bînin, divê dosyaya penaberên Sûriyeyê di demeke nêzîk de were çareserkirin.

(bb)

ANHA