Rîhan û Yusra di bîr û baweriya civaka xwe de ne

3 sal di ser hedefgirtina seyareya 2 jinên pêşeng ên Kurd Rîhan Amûdê û Yusra Derwêş re derbas dibe ku bi destê dewleta Tirk pêk hat. Rîhan û Yusra bi sekn û hêza xwe jiyaneke ku rê nîşanî civaka xwe dida borand, malbat û hevrêyên wan li ser şopa wan dimeşin.

20 hezîran, 2026   04:12
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Îro 3’yemîn salvegera şehadeta jinên Kurd ên pêşeng hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û cîgira hevserokan Rîhan Amûdê (Leyman Şiwêş), her wiha endamê Meclisa Kantona Qamişlo yê Suryanî Firat Tûma ye ku 20`ê Hezîranê sala 2023`yan di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de li rêya Qamişlo – Tirbespiyê şehîd bûn.

Rîhan û Yusra du jinên ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ne, di jiyana xwe de li gelek deveran xebatên cuda ku cihê rêzdarî û mîrasa ji bo jinan bûn, kirin.

RÎHAN AMÛDÊ; ŞOPA WÊ HER ZINDÎ YE

Rîhan Amûdê (Leyman Şiwêş) sala 1968`an li bajarê Amûdê ji dayik bûye, sala 1985`an tevlî xebatên civakî; sala 1989`an jî tev le Refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.

Di vê rêyê de Rîhan 38 salên jiyana xwe li herêmên cuda ên kurdistanê têkoşîna ku wekî mînak tê destgirtin meşand. Rîhan 6 mehan ji aliyê PDK`ê ve hatiye girtin. Sala 2008`an Rîhan derbasî Rûsyayê dibe û 7 salan li wir kar dike. demke dirij jî li Başûrê Kurdistanê kar dike.

Dema Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê dike, Rîhan Amûdê vedigere Rojava û li bajarên Kobanê û Minbicê xebatên xwe didomîne.

`HOSTEYÊN AVAKIRINA JIYANÊ`

Hevrêya Rîhan Amûdê, Şîlan Ehmed dibêje her ku dem derbas dibe, birîkirina Rîhan û Yusra jî her zindî dibe. Her du hevrêyên wan di jiyana xwe de jî xwedî cihekî bi wate bûn û wiha anî ziman: “Bi hezkirin, rêzdarî û nirxdayîn nêzî civaka ku li diman dibûn, bi hev re xebateke baş didan dimeşandin û xebatên wan serkeftî derdikete pêş. Dibûn mamosteyê avakirina jiyanê.”

Şîlan Ehmed bi van gotinan hestên xwe yên ji bo hevrêa xwe Rîhan Amûdê vegotin: “Di rewşeke ku şoreş berdewam dike de, çavên min her li heval Rîhan digire. Min dixwest em rûniştinekê bi hev re bikin û hinek nîqaşan pêş bixin. Me ji nîqaşên di navbera xwe de tişta ku diviyabû em tê de gav bavêjin, derdixist. Ew mohra xwe di nava jiyana min de hiştiye, em ê her şopa wan bimeşînin.”

YUSRA DERWÊŞ; KEDKARA RÊVEBIRIN Û ZIMANÊ DAYIKÊ

Yusra Derwêş Îlona 1971`an li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Di nava 5 xwîşk û 6 birayan de jiyan kiriye, Yusra di milê perwerde û fêrkirinê de her li pêş bû, di ciwantiya xwe de cihê xwe di Koma Agirî de girt û li çalakiyên ku bi boneya Cejina Newrozê dihatin lidarxistin beşdar dibû.

Yusra jineke ku ji zimanan hez dikir, mamostetiya zimanê Fransî kir û ji bo fêrbûna zimanê xwe yê Kurdî jî ked da. Di salên 1990`î de Yusra bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye.

Di dema hebûna rejîma Bass`ê de ew bi sekina xwe li hemberî zordestî û qirkirina çanda Kurdî de sekinî, di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de cih girt. Yusra gava yekemîn di nava şoreşê de di qada perwerdeyê (fêrbûna zimanê Kurdî) de avêt, ew yek ji damezirînerên Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Amûdê ya wî çaxî girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Cizîrê ye, ji 2012-2013`an Hevseroktiya Meclisa Gel a Bajarê Amûdê kiriye, komîn û meclis ava kirin.  Paşê ew bû Hevserokatiya Saziya Perwerdeyê ya Amûdê.

Ji bo nasandina sîstema Rêveberiya Xweser Yusra Derwêş çend caran derketiye derveyî welat jî.

Xwişka Yusra Derwêş Kewser Derwêş da zanîn ku Yusra di zarokatiya xwe di nava malbata xwe de keçeke delalî bû û di xwendina xwe de serkeftî bû. Xwîşka wê destnîşan kir jî ku ew weke jineke Kurd girêdana xwe ya bi zimanê dayikê re bi xebatên xwe yên ji bo qada perwerdeyê de derdixist holê.

ANHA