‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêwîstiyek siyasî û exlaqî ye’

Malbatên şehîdan ên ji Tebqayê û malbatên şehîdan ên ji Efrîn û Şehbayê yên li Tebqayê dimînin, tecrîd şermezar kir û got "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêwîstiyek siyasî û exlaqî ye."

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêwîstiyek siyasî û exlaqî ye’
17 îlon, 2025   13:55
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Koçberên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Adullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê, daxuyanî li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê ji hêla hevserokê meclisê yê Tebqayê Mehmûd El Sayil ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan a zêdetirî 26 salan sûcekî hovane ye, berdewamkirina vê tecrîdê dozeke şexsî nîn e. Lê ew kiryar li dijî vîna bi milyonan kesî û alîgirên demokrasiyê yên li herêmê û cîhanê ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberekî siyasî ye, bûye sembola fikreke hewl dide civakeke li ser edaleta civakî, wekhevî û rêgeza biratiya gelan ava bike.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku desthilatdarên Tirkiyeyê red dikin ku bersiva wan însiyatîfan bidin û di berdewamkirina tecrîdê de bi israr in. Ev jî rewşê girêktir dike û aştiya mayînde asteng dike.

Di dawiya daxuyaniya malbatên şehîdan de hat gotin: "Em bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê, Maclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê vê tecrîdê şermezar dikin û daxwaza berdana wî dikin. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî ne daxwazeke mirovî ye, lê pêwîstiyek siyasî û exlaqî ye ji bo pêkanîna siberojeke ewle ji hemû gelan re."

(fr)

ANHA